H’emû nûçeSereke

Adirbêcan xebera dijminatîyê belav dike, sîyaseta dîskrîmînasîyon dijî ermenîyên êtnîk mîyaser dike: raporta wezîreta ŞAY, ya karên der

Li gorî raporta wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye karên der, ya derheqa mafên mêriv, beşa derheqa Adirbêcanêda hemû teribandinên mafên mêriv hatine raberkirinê, usa jî derheqa xirabkarîyên azêrîyaye leşkerîda hatîye dîyarkirinê.

“Nava salêda di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bûyarên zordarîyê qewimîne, rûyê çida meriv hatine kuştinê û girtinê.Înformasîya hebûne, wekî meha îlonêda hêzên azêrîya bi neqanûnî û bi hovane meriv kuştine, meriv hatine  nuxsankirinê.Adirbêcanê û Ermenîstanê şikyat raberî mehkema Avropayêye mafên mêriv kirine û hev gunehkar kirine. Ermenîstanê şikyatên nû derheqa şerê meha îlonêda raber kirine”,- nava raportêda hatîye gotinê.

Raportêda usa jî hatîye gotinê, wekî Adirbêcan dîlên ermenîye leşkerî dîsa hebsada xweyî dike.Usa jî derheqa girtina korîdora Laçînêda hatîye gotinê.

Xêncî wê yekê birîyarên mehkema navneteweyî hatine raberkirinê, yên ku derheqa dijminatîya dijî ermenîyên êtnîkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button