Şêwirdarîyên sîyasî di navbera wezîretên Ermenîstanê û Îranêye karên derda
Li Yêrêvanê bi serokatîya cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan û cîgirê wezîrê Îranêyî karên der Elî Baxêrî Kanî şêwirdarîyên sîyasî di navbera wezîretên Ermenîstanê û Îranêye karên derda pêk hatine.
Wextê hevdîtinê, dorana pirsaye berfireh hatîye gotûbêjkirinê û derheqa hevkarîya dualîda xeberdan çûye.
Vahan Kostanyan halê li herêmê, yê nava encamê agrêsîyayên Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê û Qerebagê pêşdahatî raber kirîye. Xeberdan usa jî derheqa girtina korîdora Laçînêda çûye.
Herdu alîya jî kûrbûna pêwandîyên ruhanî û çandî û qewînkirina wan girîng hesab kirine.
Dawîya şêwirdarîyê Elî Baxêrî Kanî ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyanda hatîye qebûlkirinê. Girêdayî dîyaloga sîyasîra, ya di navbera Ermenîstanê û Îranêda razîbûn hatîye elamkirinê û ew yek girîng hatîye hesabkirinê ku pêkanîna şêwirdarîyên sîyasî berdewamkin. Xêncî pirsên rojevê usa jî derheqa halê herêmêda xeberdan çûye.