H’emû nûçeSereke

Pirsa derheqa hevdîtina sêalî ya wezîrên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der hatîye gotûbêjkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  dibêje wekî zûtirekê diqewime hevdîtina sêalî ya wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der bê derbazkirinê. Derheqa wê yekêda Ararat Mîrzoyanê wezîr li parlamêntê wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana gotîye.

“23 ê kanûna sala derbazbûyî hevdîtina sêalî têra hatibû dîtinê, ya ku gerekê li Moskvayê pêk bihata. Feqet alîyê ermenî beşdarî wê hevdîtinê nebû. Me ew hevdîtin da paşdaêxistinê, çimkî korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanêda bi neqanûnî hatibû girtinê û li Qerebagê hewcetîya xurek û dû-dermana hebû. Hevraxeberdan niha li ser dûrayê pêk tên, çimkî em  pêşnîyara pevdiguhêrin, derheqa peymana aşîtîyêda xeber didin, lê tê texmînkirinê, wekî ji êtapekê hevdîtinên fîzîkî wê destpêbin. Li Moskvayê ew pirs hatîye gotûbêjkirinê û pêşerojêda mecala hevdîtinêye wî cûreyî  heye”,- Mîrzoyan gotîye.

20 ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Moskvayê rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hatibû. Li gorî encamên hevdîtinê, wezîra bersiva pirsên rojnamevana dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button