H’emû nûçeSereke
Ahmed Tirk: tu kurdek gerekê wextê hilbijartina piştgirîyê nede vê desthilatdarîyê
“Em vê Newrozê çawa roja vejîn, hişyarbûn û têkoşînê elam dikin. Ji bo ku ev cejin neyê teribandinê, emê bi rûmet tevbigerin”,-sîyasetmedarê kurd û parlamêntvanê Tirkîyayêyî berê, yê ji Partîya Dêmokratîk, ya Gela Ahmed Tirk wextê pîrozbahîya cejina Newrozê li Dîyarbekirê gotîye.
“Tu kurdek gerekê dengê xwe nede desthilatdarîya niha. Pêşîya me wedê ronîye, ya ku dikare mecalê bide me ku em sîstêma nû sazkin”,-ewî gotîye.