H’emû nûçeSereke

Tu ermenîk wê tu cara qayîl nebe ku nava Adirbêcana vî cûreyîda bijî: Vahagin Xaçatûryan

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan hevpeyvîn daye rojnama îtalî, ya “La Repubblica “ ê.

Wextê hevpeyvînê, xeberdan derheqa pirsgirêkên herêma Qafqasîya Başûr û halê tomerî çûye.Vahagin Xaçatûryan bi hûrgilî derheqa pirsgirêka Qerebagê û destpêka heja Qerebagêda xeberdaye.Ewî gotîye, wekî 30 sal pêşda hal dîsa wî cûreyî bû, çawa ku îroîye û serda zêde kirîye ku heger qetilkirinên li Sûmgaîtê û Bekûyê nebûna, şerê nebûya.

“Sîyaseta Adirbêcana îroyîn ya mînanî berêye. Ew dixweze ermenîya ji Qerebagê bide derxistinê. 120 000 welatîyên me li Qerbagêne, lê Adirbêcan dibêje ku pirsa Qerebagê îdî tune. Bekû dibêje wekî ermenî gerekê li gorî qanûndarîya Adirbêcanê bijîn, yan ji wir derkevin. Ew baş zanin, wekî tu ermenîk wê nexweze roja îroyîn nava Adirbêcana vî cûreyîda bijî, li kîderê mafên mêriv pêpeskirîne, qîmetîyên dêmokratîyayê naşuxulin û çawa ermenî ew her dem bin qezîyayêdanin”,-Vahagin Xaçatûryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button