Li Bekûyê bi sazkirina “parka leşkerî”, Adirbêcan dicedîne li Arsaxê “parka seferê” sazke, ermenîya ji wandera derxe

Meremê Adirbêcanê ewe, wekî ermenîya bi temamî ji Arsaxê bide derxistinê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Arsaxê Davît Babayan gotîye.
“Em careke mayîn vexwendina “civaka Qerebagê” dibînin. Femdarîye wekî tu dîyalogeke wekhev tune û derheqa hevraxeberdanada jî xeberdan nikare hebe. Berî her tiştî civaka Qerebagê çîye? Ew meriv kîne? Kî wê wana bibijêre? Kî wê wana bişîne? Hevraxeberdan tenê dikarin yên wekehevbin.Adirbêcan ne tenê me çawa weke hev nas nake, lê bi tomerî heyîna arsaxîya nas nake. Meremê wan gelekî zelale, bona ku tu ermenîk nemîne. Heger kes jî bimîne, wî dikarin çawa nimûna mûzexwenê bihêlin, em bêjin çawa li parka seferê. Cêribandina Bekûyê îdî heye. Bi mesela parka leşkerî ew dicêribînin parka seferê çêkin”,- Davît Babayan gotîye.







