H’emû nûçeSereke

Polonîya têra dibîne ku şuxulkarîya dîtindarên Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê bidine berfirehkirinê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan serokê koma Polonîyayê û Ermenîstanêye dostîyê Radoslav Fogîêl qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda ji parlamêntê elamî “Armênprêss” ê kirine.

Wextê hevdîtinê, pêşdaçûyîna dînamîkî ya pêwandîyên herdu welata hatîye gotûbêjkirinê.

Serokê parlamênta Ermenîstanê daye dîyarkirinê, wekî hevkarîya di navbera parlamêntada ya nava pêwandîyên di navbera welatada formata girînge û hevkarîya parlamêntîyê cuda kirîye.

Wextê hevdîtinê cêrge pirsên ewlehkarîya herêmî hatine gotûbêjkirinê. Hevkarên polonî dane dîyarkirinê, wekî ew Ermenîstanê çawa endama malbeta avropî hesab dikin û dîna xwe didine gavên ku li Ermenîstanê tên avîtinê.

Serokê parlamênta Ermenîstanê cîhwarkirina dîtindarên Yekîtîya Avropayê, ya li ser sînorê tevî Adirbêcanê girîng hesab kirîye û gotîye wekî ew yek piştgirîyê dide  çareserkirina qewînbûna ewlehkarîya li herêmê.

“Em usa jî haj pê hene wekî nîveka vê salê Polonîya têra dibîne şuxulkarîya dîtindara bide berfirehkirinê û ew yek bona me tiştê silavkirinêye”,- Sîmonyan gotîye.

Serokê koma dostîyê, ya Polonîyayê û Ermenîstanê silavên seroka parlamênta Polonîyayê Êljbîêta Vîtêkê gîhandîye serokê parlamênta Ermenîstanê û dane dîyarkirinê, wekî ew Alên Sîmonyan bi seredana fermî vexwendî li Polonîyayê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button