H’emû nûçeSereke

Wextê dorgirtina Komara Arsaxê zîyana ku gihîştîye êkonomîka wê, nêzîkî 220 mîlyon dolarîye

Ştaba Arsaxêye înformasîyon derheqa zîyana êkonomîka Arsaxêda raber kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî li îdarên doxtirîyê, rûyê sekinandina emelyetada nêzîkî 1000 welatî ji mecala emelyetê miqûf mane. Hetanî roja îroyîn bi rêberîya xaçê Sor ji  Arsaxê 252 neшxweş cîguhastî Ermenîstanê kirine. Rûyê dorgirtinêda nêzîkî 3900 merivî, nava wanda 570 zarok nikaribûne paşda vegerine malên xwe.12 cara eşîyayên kêm, bi rêberîya xaçê Sor  û aşîtîparêzên rûs, cîguhastî Arsaxê kirine.

Bi tomerî hildayî, êkonomîka Arsaxê zîyanê ketîye û ew zîyan gihîştîye 220 mîlyon dolarî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button