H’emû nûçeSereke

Wezîreta  Ermenîstanêye parastinê plan dike ku beşdarî 2  telîmên din yên leşkerî yên fermandarîya hêzên   ŞAY  ye  li Aropayê bibe

6 ê nîsanê  malpera Pêntagonê ya derbarê  telîmên leşkerî ya pirneteweyî ya “Defender 2023” de, Ermenîstan jî di lîsteya welatên beşdar de cîh girtibû.

Lê piştî demekê wezîreta parastinê ya Amêrîkayê ev peyman êdîtorî kir û îdî Ermenîstan di lîsteya beşdaran de cîh negirt. “Armênprêss” ê ji bo  zelalkirinê berbirî berdevkê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Aram Torosyan bûye.

Pirs: Duh li ser malpera wezîreta parastinê ya Amêrîkayê, di rapora  telîmên leşkerî ya pirneteweyî ya “Defender 2023” da Ermenistan jî di lîsteya welatên beşdar de cîh girtibû. Piştî demekê, Pêntagonê ev peyam êdîtorî kir û Ermenîstan îdî di lîsteya beşdaran de cîh negirt. Di dawîyê de gelo hêzên çekdar yên Ermenîstanê wê beşdarî wan telîmên leşkerî bibe?

Bersiv:Wezareta  Ermenîstanêye parastinê  plan dike ku îsal beşdarî 2  telîmên leşkerî  yên ku ji hêla fermandarîya hêzên li ser erdê, yên  Ştatên Amêrîkayêye  Yekbûyîye  li Avropayê têne organîze kirin: KFOR (Hêzên Kosova) û Saber Junction (şûrê hevgirtî) bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button