Gelo hewaskarîyên Rûsîyayê û Tirkîyayêye nava pirsa Ermenîstanê û Adirbêcanêda kîjanin?: pêşezan

Nava encamên hevdîtina tevî hevkarê xweyî ji Rûsîyayê Sêrgêy Lavrov, wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çavûşoglû elam kirîye, wekî pêwîste peymana aşîtîyêye di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda lez bê kûrkirinê. Rûbên Safrastyanê tirkzan daye zelalkirinê, wekî Çavûşoglû tabîya Tirkîyayê raber kirîye ku peymana di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bê morkirinê, lê bi temamî li gorî qewilên Bekûyê.
“Ev yek armanca Tirkîyayê û Adirbêcanêye hîmlîye, çimkî ew dixwezin bicêribînin wê yekê bikin, çimkî Ermenîstan hê bi temamî nehatîye dasekinandinê û sîstêma ewlehkarîya xwe rast nekirîye”,-pêşeazn gotîye.
Safrastyan şirove kirîye, wekî Rûsîya bona wê yekê hewaskare ku pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê rastbin bona ku li Qafqasîya Başûr pêwandîyên blokbûyî bêne vekirinê.Ewî serda zêde kirîye, wekî bi hesabhildana halê li Ûkraînayê, pêwîst nîne ku hal li herêmê neqewînbûyîbe, yê ku her wextê dikare werguhêzî pevçûyînên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêdabe.
Wezîrê rûs usa jî elam kirîye, wekî Moskva hêvîdare ku lîstikçîyên ji herêmê der wê beşdarî helkirina van pirsa nebin.







