H’emû nûçeSereke

Mizgefta Şîn: arxîtêktorîya îranî li Ermenîstanê /vîdyo/

Ermenîstanê her dem  qedir û  nêzîkbûneke cuda hindava mîrat û çanda ruhanîye miletên mayîn daye kifşê. Li Ermenîstanê rêça nemesîhîtîyê hatîye xweykirinê: mizgeft, heykelên dîrokî.Mesela here kifş mizgefta Şîne, ya ku li Yêrêvanêye. Li gorî kanîyên dîrokî, mizgeft salên 1765-1768 a, hêna Husêyn Elî Xan hatîye çêkirinê. Ew nêzîkî 260 salîye. Nenihêrî wê yekê wekî mizgeft arxîtêktorîya îranîye eşkereye, çimkî nivîsarên farisî û bîranînên rêwîya hatine xweykirinê, Adirbêcan dîsa dicêribîne wê yekê çawa mîrata çanda azêrî raberke.   

Şêwirmendê çandê, yê baylozxana Îranêye li Ermenîstanê Sêyêd Husêyn Tabatabay gotîye, wekî Adirbêcan heykelên çanda welatên mayîn zeft dike  û ew yek tiştekî nû nîne.

“Mixabin, ji alîyê Adirbêcanêda zeftkirina heykelên çanda welatên mayîn, tiştekî nû  nîne. Ev yek, hildana mîrata çandî û qîmetîya û kirina ser navê xwe li gorî  kirên hukumata Adirbêcanê tê kirinê. Mizgefta vî cûreyî usa jî li Tewrêzê heye û navê wê dîsa mizgefta Şîne.Nava vî avayîda jî rêça arxîtêktorîya neîranî tune. Hemû nîşan didine kifşê, wekî mizgeft ji alîyê îranîyada hatîye çêkirinê, nivîsarên li wir farisîne û şikberî tune, wekî ew yek ya îranîyaye”.

Derheqa wê yekêda usa jî nivîsarên farisîye, li ser dîwarên mizgeftê şedetîyê didin.

Li hewşa mizgeftê mexber hatîye dîtinê, li ser kevirê kîjanî bi temamî farisî hatîye nivîsarê.

Xebatkarê beşa înstîtûta  rojhilatzanîyê Tîgran Mîkayêlyan sirîya xweda dibêje, wekî ew fikira derheqa wê yekêda ku mizgeft hatîye werguhartinê û ji ya azêrî werguhêzî ya îranî kirine, tiştekî bêfikire. “Çimkî Adirbêcan bi xwe jî encamê çanda îranîye û bona wê yekê jî cûre û arxîtêktûrî ya ku çawa ya azêrî tê navkirinê, tuneye.Cûrê azêrî tenê dikare piştî damezirandina Adirbêcanê hebe”.

Mizgefta Şîn, ya li Yêrêvanê şedetîya wê yekê dide, wekî Ermenîstan mîrata hemû çanda xweyî dike. Bi gotina Tabatabay: “Hevalên azêrî, yên ku dibêjin ku ermenî merkezên wane ruhanî xirab dikin, yan jî mizgeftada beraz xweyî kirine, ez wana teglîfî li  mizgefta Şîn dikim, ku ew bibînin. Bila bibînin, wekî ji alîyê ermenîyada tu tişt nehatîye kirinê. Bila bên bibînin û ewê bersiva gunehkarkirinên xwe bistînin”.

Xêncî mizgefta li Ermenîstanê, usa jî gelek heykelên musulmanîyêye başqe hatine xweykirinê. Mesele, mexberê Qerekoyûnlûnerê, kevirê mexberê Eslan Gaplan, yê li Noradûsê, mexberên sedsalên navîn, yên li gundê Syûnîkêyî Vortanê û  heykelên başqe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button