Mîyaserkirina qewatê tiştê qebûlkirinê nîne: bersiva dêpartamênta ŞAY derheqa agrêsîya Adirbêcanêye li nêzîkî gundê Têxê

Wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî behsa êrîşa Adirbêcanêye ser leşkerên ermenîye li nêzîkî gundê Têxê kir.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê, wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bersiva daxwaza “Dengê Amêrîka” yê ya ermenî da, wekî mîyaserkirina qewatê tiştê qebûlkirinê nîne û da kifşê, ku ew pêvajoya hevraxeberdana diteribîne.
“Em xemgînin ji ber pevçûyîna ku 11 ê nîsanê bi beşdarîya hêzên ermenî û azêrîya dest da, nava encamê kîjanêda gelek kes hatin kuştin. Em serxweşîyê didine malbetên kuştîya û birîndara. Pevçûyîn nikare çareserîyeke leşkerî hebe û bikaranîna hêzê ji bo çareserkirina qewatê nayê qebûlkirin.Rêya aştîya qewîn rûniştandina dora sivira hevraxeberdanaye û mîyaserkirina qewatê pêvajoya hevraxeberdana diteribîne”,-bersiva wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda hatîye gotinê.
11 ê nîsanê seheta 16:00 a li ser axa Komara Ermenîstanê, li qeza Syûnîkêyî gundê Têxê, komeke leşkerên hêzên Adirbêcanê bona sererastkirina xalên bicîhkirina sînor nêzîkî hêzên Ermenîstanê bûne, provokasîya mîyaser kirine, paşê ji çekên cuda berbi tabîyên leşkerên ermenî agir kirine.Nava encamên provokasîya Adirbêcanêda ji alîyê ermenî 4 kuştî û 6 birîndar hene.







