
Adirbêcanê birîyar kirîye beşdarî pêşbirka Avropayê, ya giranîbilindkirinê bibe, ya ku wê li Yêrêvanê pêk bê. Prêssa azêrîya ragîhandîye, wekî koma azêrîya wê ji çar sportsmênabe: Nazîla Îsmayîlova / 45 kg/, Îsa Rûstamov /67 kg/, Omer Cavadov /73 kg/ û Elî Şûkûrlû /102 kg/.
Em bêjin, wekî pêşda Adirbêcanê elam kiribû, wekî pênc sportsmênên wan wê beşdarbin.
Pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê wê ji 14 a hetanî 23 ê nîsanê li Yêrêvanê pêk bê.







