H’emû nûçeSereke

Dîvêrsantên azêrî bi  qîmetkirina  Bayramov werguhêzî “dîlên leşkerî” bûne

Li gorî çapemenîya Adirbêcanê, wextê hevdîtina tevî hemsedirê koma Mînskê, yê amêrîkî Lû Bono, wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov “Bang kirîye ku dîlên azêrîye leşkerî, yên ku li Ermenîstanê dîl ketine, aza berdin”.

Berî her tiştî Ermenîstanê tu kes dîl hilnedaye, dîvêrsantên azêrî bi xwe hatine ketine axa Ermenîstanê. Bona girtina yekî, çend roj pêwîst bû, lê înformasîyon jî hene, wekî ewî binelîyê Ermenîstanêyî edil kuştîye û paşê jî nava weşana zindîda gotîye, wekî ewî çi cûreyî ermenyî kuştine.

Ya duemîn ewe, wekî gerekê bînine bîra wezîreta Adirbêcanêye karên der wekî li Bekûyê rastî dîlên ermenîye leşkerî tên xweykirinê, û ne tenê dîlên leşkerî, lê welatîyên edil jî, kîjan gerekê bihatana paşdavegerandinê.

Em bîr bînin hetanî niha li Adirbêcanê nêzîkî 113 dîlên ermenî hene, lê Adirbêcan dibêje ku li cem wan 33 meriv hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button