
Pêşbirka Avropayêye li Ermenîstanê li ser asta here bilind hatîye organîzekirinê, wextê axaftina xweye li radîoya Ermenîstanêye Cikaî, giranîbilindkira Ûkraînayê Îrîna Dêxanê gotîye.
“Ez beşdarî gelek pêşbirka bûme, lê asta organîzasyonê ya li vir gelekî başe. Ji bo werzişvanan her tişt hatîye kirinê. Ji otêlan bigire heya pêşbazîyê, her tişt zêdetir bûye”,- ewê gotîye.
Îro kaşa 81 kîloyî ya jinada Îrîna Dêxan bûye çêmpîyona Avropayê. Ew dibêje ku pêşbirk dijwar bû.
“Hûn zanin çiqas zehmete ku meriv ji bo pêşbazîyên li Ûkraînayê amade bibe, ji ber vê yekê têkoşîn jî dijwar bû”.







