H’emû nûçeSereke

Em dixwezin fem bikin ku kasa sebira alîyê rûsî heye, yan na?: wezîrê Arsaxêyî karên der

Ev yek jî derbeke bi sirêye, ya hindava dokûmênta 9 ê mijdara sala  2020 î û Adirbêcan sîyaseta xweye bona paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê pêşda dikişîne. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî têlêvîzîyona Civakî, wezîrê Arsaxêyî karên der Sêrgêy Gazaryan wextê şirovekirina halê li korîdora Laçînê, gotîye.

Wezîr gotîye, wekî bi cîhwarkirina posta azêrîya femdarîya ewlehkarîyê tê guhartinê.

Bi gotina wezîrê karên der Adirbêcanê ew sîyaset zûva destpê kirîye û menîyên bêhîm pêşda kişandine ku giva ji Ermenîstanê sîlih û leşkera cîguhastî Arsaxê dikin û bona wê yekê jî ew post hatîye danînê.

“Xala 6 a, ya elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î dibêje, wekî ewlehkarîya korîdora Laçînê gerekê aşîtîparêzên rûs çareserkin û ew yek êlêmênteke elametîya sêalîye girînge”,- Gazaryan gotîye û serda zêde kirîye, wekî alîyê Arsaxê hêvîdare, wekî ji alîyê rûsa wê gavên praktîk bêne avîtinê. “Piştî şêr welatîyên me paşda vegerîyane Arsaxê, çimkî dîtine wekî aşîtîparêzên rûs li wirin. Em niha dibînin, wekî alîyê azêrîya xetên aşîtîparêzên rûs, yên sor diteribîne, pêşda tê, lê wekîlên rûsa jî elam dikin wekî guhdarîya wan li cîhekî mayîne.

Em dixwezin fem bikin ku gelo xeta dawî heye, yan jî kasa sebirê, ya alîyê rûsî heye, yan na?”,- Sêrgêy Gazaryan gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî tunebûna gavên praktîk, yên ji alîyê rûsada wê îzinê bide desthilatdarîya Arsaxê û cimeta wê, ku ew bi xwe kirinên xwe birîyarkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button