Raportkirên parlamênta Avropayê bang kirine ku korîdora Laçînê bidine vekirinê

Raportkirên Şêwira Avropayêye parlamêntîyê careke mayîn bang kirine ku çûyîn-hatina aza, ya bi korîdora Laçînê careke mayîn bidine dasekinandinê û hemû pirsgirêka bi rîya edil helkin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda raportkirên ji Brîtanîyayê û Norvêcê, usa jî yên ji Fînlandîyayê û Swêdê elametî belav kirine.
“Em careke mayîn banga xweye 16 ê kanûna sala 2022 a îzbat dikin bo ku çûyîn-hatina aza, ya bi korîdora Laçînê bê dasekinandinê û usa jî derheqa birîyara mehkema Avropayêye mafên mêriv, ya 21 ê kanûna sala 2022 a, pêra jî birîyara 22 ê sibata sala 2023 a, ya mehkema navneteweyî bîr bînin. Li gorî wê birîyarê, Adirbêcan gerekê hemû mecala bide xebatê bona ku çûyîn-hatina meriva, transportê û bara bi herdu alîyava ya aza bê çareserkirinê”,-raportkira dane dîyarkirinê.
“Em bangî Adirbêcanê û Ermenîstanê dikin ku ji gavên yekalî dûr bimînin, kîjan dikarin hal bidine girankirinê. Em bang dikin ku hevraxeberdanên dora pirsên sînora bidine aktîvkirinê û hemû pirsgirêka bi rîya edil helkin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







