H’emû nûçeSereke
Wextê qisa tevî Elîyêv Blînkên girêdayî halê li korîdora Laçînêra, xemgînîya kûr daye dîyarkiinê

Sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên tevî serokê Adirbêcanê Îlhaym Elîyêv qise kirîye û derheqa girîngîya hevraxeberdanên azêrîya-ermenîya daye dîyarkirinê û usa jî derheqa piştgirîya welatê xweda, ya hindava hevraxeberdanada, xeberdaye. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ştatên Yekbûyîye karên der Mêtyû Mîllêr gotîye.
“Ewî usa jî xemgînîya kûr bona halê li korîdora Laçînê daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye, wekî cîhwarkirina posta azêrîya şuxulkarîya edil dide teribandinê û serda zêde kirîye wekî korîdora Laçînê gerekê lez bê vekirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







