
Parlamêntvanê ji Partîya Dêmokratîk, ya Gela Garo Paylan, yê ku li Îzmîrê beşdarî kampanîya hilbijartina bûye, bang kirîye ku dengê xwe bidine partîya Keskaye Çepa.
Wextê kampanîyayê serokê partîya Keskaye Çepa, ya li Îzmîrê û Garo Paylanê ji Partîya Dêmokratîk, ya Gela rastî cimetê hatine. Nava axaftina xweda, Paylan daye dîyarkirinê, wekî êntyûzîyazma li Îzmîrê hilbijartinên 7 ê hezîrana sala 2015 a bîr tînin.
“Ez hêvîdarim, wekî emê li Îzmîrê, here kêm bi pênc cîhava serkevin.Emê kampanîya xwe hetanî 14 ê gulanê berdewamkin, bona ku hemû dost û hevalên me beşdarî wan hilbijartina bibin”,- Paylan gotîye.







