H’emû nûçeSereke

Nava hevraxeberdanada, nava pirsên here serekeda pêşkfetin tunene: sêkrêtarê ewlehkarîya miletîyê

Nava hevraxeberdanên bona peymana aşîtîyê, yên Ermenîstanê û Adirbêcanê nava pirsên here serekeda pêşkfetin tunene. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana.

“Ev yek îzbatkirina 29 800 çargoşe kîlomêtir axa Ermenîstanêye, sazkirina mêxanîzma  Stêpanakêrtê û Bekûyê û usa jî garantîyayên navneteweyîye”,- Grîgoryan gotîye.

Bi gotina wî, roja îroyîn li hev nayê ku xalên dokûmênta 9 ê mijdara sala 2020 î xweykin: “ Mesele, li gorî elametîya sêalî, Adirbêcan gerekê li korîdora Laçînê nîbe, lê ew niha li wire. Bona me gelekî girînge ku înstîtûta garantîyayên nayneteweyî hebe, bi kîjanê emê pirsên wî cûreyî helkin”.

Sêkrêtarê ewlehkarîyê usa jî gotîye, wekî niha hevraxeberdan yên dualîne û navçîgar dicêribînin alî bikin ku pêşkfetin hebe.

“Vê demê li hev nayê ku pêşketin hebe”,- Armên Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button