
Civîna parlamêntîyê, ya Şêwira Avropayê îzbat kirîye, wekî wê dêlêgasîya dîtindara bona hilbijartina bişîne Tirkîyayê.
Nava elametîya organîzeyêda hatîye gotinê, wekî 33 endam wê bi serokatîya Frank Şvabê, yê ku endamê partîya Almanîyayêye sosîyal-dêmokratîke, ji 12 a hetanî 15 ê gulanê li Tirkîyayêbin.
Pêşîya hilbijartina, dêlêgasîyayê rastî kandîdatên serokê dewletê, lîdêrên partîya, şêwira hilbijartina, şêwira radîoyê û têlêvîzîyonê, rojnamevana û wekîlên civaka sîvîl bê.







