Agirkirinên azêrîyaye li rex gundên dor-bera usa jî bi meremê tirsandina binelîyên edil tên mîyaserkirinê

Xebitandina sîlihên giran, yên li rex gundên dor-berên Sotkê, mafên binelîyên edile dor-bera diteribîne.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv Anahît Manasyanê gotîye.
“11 ê gulanê, şebeqê zû, hêzên azêrîya li alîyê qeza Gêxarkûnîkê kirinên agrêsîv mîyaser kirine, wextê kîjanê bi çekên cûre-cûre agir barandine berbi tabîyên ermenîya.
Agirkirinên azêrîyaye li rex gundên dor-bera usa jî bi meremê tirsandina binelîyên edil tên mîyaserkirinê”,- parêzera mafên mêriv gotîye.
Parêzera mafên mêriv usa jî gotîye, wekî li gund dengên agirkirina zelal dihate bihîstinê, rûyê çida binelî tirsîyane.Ji sibê zû destpêkirî xebata li kana Sotkêye zêr hatîye sekinandinê.
Manasyanê ew yek jî çawa tiştê xemgînî hesab kirîye, wekî azêrîya usa jî avtomaşîna ambûlansê kirîye hedef, dema ku leşkerekî birîndar cîguhastî dikirin.







