Adirbêcan cîhê qulixçîyê leşkerî, yê ku şihîd ketîye zane, lê bi zanebûn cinyaz nade malbetê: Sahakyan

“Sala 2020 î bûyarên usa qewimîne, wekî azêrîya resimên leşkerê stûyê wî birî nava mêdîya sosîyalîda belav kiribûn.Usa qewimîye, wekî gelek cara ew têlefonên leşkera hildidan û malbetên wan leşkerara têlêfon dikirin û ew resim malbetara dişandin.
Nava vê yekêda em dibînin, wekî bi zanebûn usa tê kirinê, ku yazîya merivên bêser-berate undabûyî dîyar nebe.Gelek cara alîyê azêrîya zanibûye ku leşkerê şihîdketî li kîderêye û bi zanebûn naxwezin cinyaz hildin û teslîmî endamên malbetê bikin. Ew nêzîkî cinyaza dibin, resima dikişînin û mêdîyayêda belav dikin. Tê kifşê, wekî ev yek sîyaseta dijî ermenîyaye”,- wekîla Ermenîstanêye li mehkema Avropayêye mafên mêriv Sîranûş Sahakyanê wextê raberkirina raportê gotîye.
“Eşkerenekirina yazîya merivên bêser-berate undabûyî heyfhildane, ya ku bersiva şerê salên 1990 î ye, wextê kîjanî azêrî jî bêser-berate unda bûne”,- Sîranûş Sahakyanê gotîye.







