H’emû nûçeSereke

“Mafên binelîyên Qerebagê û ewlehkarîya wan gerekê bêne çareserkirinê”: bayloza Yekîtîya Avropayê

Bayloza Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorînê elam kirîye ku maf û ewlehkarîya binelîyên Qerebagê gerekê bêne çareserkirinê.

“Derheqa vê yekêda çend cara hatîye gotinê, ew yek di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda hatîye gotûbêjkirinê û ne tenê wextê vê hevdîtinê, lê usa jî nava elametîya Mîşêlê serokda hatîye dîyarkirinê, wekî maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê gerekê bê parastinê. Ew femdarî heye, wekî gerekê mêxanîzma navneteweyî hebe. Em gerekê bona sazkirina wê yekê bixebitin û hemû alîyara bidine qayîlkirinê”,- ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button