H’emû nûçeSereke

Şandina mîsîya navneteweyî, ya li Qerebagê û Laçînê pêwîstîye: serokwezîr li civîna Şêwira Avropayê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna Şêwira Avropayê derheqa pêwîstîya şandina mîsîya navneteweyî, ya li Qerebagê û Laçînê daye dîyarkirinê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî Paşînyan derheqa wê yekêda wextê civîna Şêwira Avropayê, ya li paytextê Îslandîyayê gotîye.

“Me bi mesela xwe dîtîye, wekî şerê bona dêmokratîya here mezin qezîyaye. Dew û doza Qerebagê wedekî dirêj kêmasîya dêmokratîya li Ermentstanê afû dikir”,- serokwezîr gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî sala 2018 a şorişa edil pêşkeftina dêmokratîke mezin bona Ermenîstanê anî, lê îlona sala 2020 î êrîşa Adirbêcanê, ya dijî Qerebagê û Ermenîstanê destpê bû.

“Gelek meriv difikirin, wekî menîya şêr cedandinên berbi dêmokratîyayê bû. 9 ê mijdara sala 2020 î min elametîya sêalî, ya derheqa agirbestêda îmze kir, ya ku bû menîya êrîşa ser hukumatê û parlamêntê, çimkî şerê destpêkirî usa jî bi wî meremî bû, ku li Ermenîstanê hukumat bê guhartinê.

Feqet mera li hev hat ku em dêmokratîya li welêt xweykin. Gulana sala 2021 ê Adirbêcan kete axa Ermenîstanê. Heger em wî çaxî ji dêmokratîyayê dûr biketana, meyê dewlet unda bikira û em bi rîya dêmokratîk pêşda çûn û me rojeva aşîtîyê çêkir”,- serokwezîr gotîye.

“Sê roj pêşda, bi naçîgarîya serokê Şêwira Avropayê me gavek avît û da dîyarkirinê, wekî Ermenîstan 86,6 hezar çargoşe kîlomêtrê Adirbêcanê nas dike, lê Adirbêcan jî 29,8 hezar çargoşe kîlomêtirê Ermenîstanê nas dike.

Feqet rûyê girtina korîdora Laçînêda, ermenîyên Qerebagê îdî serê pênc mehaye ku nava dorgirtinêdanin û nava qewilên krîzeya hûmanîtarîda dijîn. Şandina mîsîya navneteweyî, ya li Qerebagê û Laçînê pêwîstîye. Bona çareserkirina parastina maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê, destpêka hevraxeberdanên Bekûyê û Stêpanakêrtê tiştekî girînge”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button