H’emû nûçeSereke

Paşînyan sîyaseta înformasîyon ya dijî ermenîyaye bi kanalên rûsîye têlêvîzîyonê şirove kirîye

Hedefkirina welêt, cimetê, dewletê  pêvajoyeke gelekî xirabe. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Ewî daye zelalkirinê wekî ew pirs tevî hevalkarên ji Rûsîyayê tê gotûbêjkirinê.

“Mera gotin, wekî çapemenîya rûsî azade û mecal tune azaya wan bidine sînorkirinê.Me ew yek qebûl kir, lê ew yek nade kifşê, wekî em gerekê wî alîda nexebitin”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, nava malperên sosîyalîye çapemenîyêda desthilatdarîya Ermenîstanê rexne dikin.Ewî daye bawarkirirnê, wekî hukumkirinên welatîyaye li ser hukumata Ermenîstanê zêde dibin. “Rûsîya jî pirsên wî cûreyî bilind dike û qîmetkirina me ewe, wekî çapemenîya me azade. Ev yek usaye û bi wê yekê dijwarîyên zêde bona me pêşda tên. Ji alîkîva em naxwezin zîyanê bidine azaya çapemenîyê, bi hesabhildana wê yekê wekî Ermenîstan wî alîda pêşkeftinê dide kifşê”,- serokê hukumatê gotîye.

Paşînyan usa jî gotîye wekî pêşeroja nêzîkda forûma rûsa-ermenîyaye mêdîyayê wê bê organîzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button