H’emû nûçeSereke

Hukumata Ermenîstanê hewaskare ku învêstorên brîtanî li Ermenîstanêbin

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wezîrê dewletê, yê Brîtanîyayêyî pirsên Avropayê Lêo Dokêrtî qebûl kirîye.

Serokwezîr seredana birêz Dokêrtî, ya li Ermenîstanê silav kirîye û hevkarîya tevî Brîtanîyayê, ya nava govekên cuda-cudada girîng hesab kirîye.

Lêo Dokêrtî daye dîyarkirinê, wekî  îdî hatîye elamkirinê, ku tevî Ermenîstanê dîyaloga stratêcî destpêkin û serda zêde kirîye, wekî ew hewaskarin ku bi alîyên cuda-cuda pêwandîya bidine berfirehkirinê.

Bi taybetî hevkarîya kirîn-frotanê, ênêrgîya ji tevê stendî û cêrge bername hatine gotûbêjkirinê. Paşînyanê serokwezîr serda zêde kirîye, wekî hukumata Ermenîstanê hewaskare ku învêstorên brîtanîya li sûka ermenî amadebin.

Xeberdan usa jî derheqa normalkirina pêwandîyên ermenîya-azêrîya, vekirina rêyên transportê û êkonomîkî, halê dora korîdora Laçînê û Qerebagê, dîyaloga di navbera Bekûyê û Stêpanakêrtêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button