Ez dikarim bidime zelalkirinê, wekî min tu cara korîdor nava axa Ermenîstanêra soz nedaye: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye wekî ew dikare bide zelalkirinê wekî tu cara ewî soz nedaye ku wê nava axa Ermenîstanêra korîdorê bide û ne jî îzin daye ku fikira usa pêşda bê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê serokwezîr ev elametî wextê dayîna bersiva pirsên endamên hukumatê gotîye.
“Hevkarên meye opozîsîyayê wedekî dirêj wê xeberdanê berdewam dikin wekî wextê şêr, wextê hevraxeberdanên wî çaxî, min soz daye, ku ezê korîdorê bidim û niha wê korîdorê nadim û bo wê yekê jî niha halê usa pêşda hatîye.
Ez elametîya cabdar dikim, bo ku temamîya dinîyayê pê bihese. Ez dikarim bidime zelalkirinê, wekî min tu cara soz nedaye ku nava axa Ermenîstanêra korîdor derbazbe û min îzin nedaye, wekî fikira wî cûreyî pêşda bê, ku ez dixwezim tiştekî usa bikim. Ez dibêjim, wekî dikarim vê yekê bidime zelalkirinê û piştî wê yekê wê xeberdan tunebe.Ew tiştekî mayîne, wekî hene matêrîyalên xewile kîjan bi qirara min dikarin bêne eşkerekirinê, lê hûn fem dikin, wekî ew yek tenê minva girêdayî nîne”,- serokwezîr gotîye.







