H’emû nûçeSereke

Şedetî û derew: Bekû sîyaseta fetisandina Arsaxêye bi ênêrgêtîkî mîyaser dike, lê dibêje ku dayîna ênêrgîya êlêktrîkî dide çareserkirinê

Li Bekûyê dîsa rast nabêjin û wan meriva diavêjine nava şaşîyê, yên ku halra nas nînin. Vê carê li Bekûyê elam kirine, wekî giva ew ênêrgîya êlêtrîkî didine Qerebagê û  hemû nehîyên Zangêzûra rojhilatê. Hewce nîne ku bi çi meremî piştî agrêsîya sala 2020 î li Adirbêcanê nehîya ermenîye  bi navê Zangêzûrê tê dîyarkirinê,  bê şirovekirinê. Nehîya wî cûreyî li Adirbêcanê tune û ew yek bona wê yekê hatîye pêşdanînê, ku dewekarîyên xwe hindava Ermenîstanê pêşda bikişînin.

Gotina Adirbêcanêye derheqa wê yekêda ku ew ênêrgîya êlêktrîkî dide Arsaxê, derewe. Adirbêcan dicedîne ku binelîyên Arsaxê ji gazê û ênêrgîya êlêktrîkî miqûf bihêle.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button