H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare bibe merkeza herêmêye ênêrgêtîkî: axaftina Paşînyan ya wextê kongira Avrasîyayê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Soçîyê wextê kongira Avrasîyayê derheqa aktîvîya êkonomîka Ermenîstanêda xeberdaye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî aktîvîya êkonomîkîye li Ermenîstanê bona pêşkeftina êkonomîkayê bingeha milahîm saz dikin.

Paşînyan gotîye, wekî pêşkeftina qewîn dikarin bi sê faktorên hîmlîva bidine çareserkirinê: cabdarîya sosîyalî û balansa êkolocî.

“Bona pêşkeftina êkonomîkî potênsîyala Avrasîyayêye mezin heye û pêwîste bernamên tevayî mîyaserkin. Faktoreke sereke jî çareserkirina ewlehkarîya locîstîkîye. Bi hesabhildana bûyarên gêopolîtîkîye niha, pêwîste ku nêzîkbûna ênêrgêtîkîye nû hindava rojevê bidine kifşê”,-Paşînyan gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî li Ermenîstanê şuxulkarîya pêşxistina sûka ênêrgêtîkî pêşda diçe û Ermenîstan bi wê yekê dikare bibe merkeza herêmêye ênêrcîya êlêktrîkî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button