H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê hemû veguhastinên  hûmanîtarî yên bi korîdora Laçînê ra qedexe kirîye

Îro danê sibê piştî provokasîoyna  azêrîyaye li nêzîkî pira Hekarîyê, hemû veguhastinên  hûmanîtarî yên bi korîdora Laçînê ra hat qedexekirin.Derheqa wê yekêda  navenda Arsaxê ragîhand.

 “Bi taybetî 25 nexweşên tenduristîyê û xizmên wan ji alîyê komîtêya xaç Sor ya navneteweyî ve ji Arsaxê cîguhastî Ermenîstanê dihatin kirin, lê li nuqteya kontrolê ya neqanûnî ya Adirbêcanê ya li korîdora Kaşataxê kar dikir, çûyîn-hatina wesayîtan hat qedexekirin û ew mecbûr kirin ku paşda vegerine Stêpanakertê.

Xêncî wê yekê, ji ber pêwîstîyên mirovî yên lezgîn, sewqîyata rêwîyan ya bi plan ya bi dehan kesan li ser rêya Stêpanakêrt-Gorîs-Stêpanakêrt, ku ji alîyê hêzên aştîparêzên Rûsyayê ve bihata kirin, hat betalkirin.

Her wiha liv û tevgera kamyonên aştîparêzên rûs yên ku bi armanca veguhestina bargehên mirovî ber bi Gorîsê diçûn, hate rawestandin.

Rayedarên Komara Arsaxê carek din destnîşan dikin ku xala kontrolê ya neqanûnî ya Adirbêcanê ku li korîdora Kaşataxê (Laçîn) hatîye danînê, xeter û astengîya herî mezin e li ser dabînkirina tevgera azad di navbera Arsaxê û Ermenîstanê de. Bûyera îro hebûna van metirsî û astengîyan dubare dike, û pêdawîstîyên mirovî yên gelên Arsaxê jî dixin bin metirsîyê de, heta tevgera pir kêm ya mirov û kelûpelan ji alîyê xaçê Sor û hêzên aştîparêzên rûs ve.

Rayedarên Arsaxê helwesta xwe dubare dikin ku divê sala 2020 î tavilê û bê şert û merc bê mîsogerkirin. Rejîma korîdora Laçînê ya ku bi daxûyanîya sêalî ya 9 ê mijdarê hatîye pêşkêşkirin, bêyî destwerdana Adirbêcanê û herwiha biryara sala 2023 a ya dîwana edaletê ya navdewletî ya Netewên Yekbûyî bê cîbicîkirin, biryara 22 ê sibatê ya derbarê wê mijarê de”,-nava elametîya ştabêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button