H’emû nûçeSereke
Li gorî hesabên parevekirina hebûnêye wekehev, Ermenîstan cîhekî pêşindane: wezîreta fînansa

Îndêksa Ermenîstanêye Cînîyê, ya ku di navbera komada parevebûna hebûnê hesab dike dide kifşê, wekî sala 2021 ê ew hejmar ji nîv selefî kêmtire. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan li parlamêntê gotîye.
Li gorî gotina wezîr ev hejmar hejmareke girînge, nenihêrî wê yekê wekî li Ermenîstanê derheqa wê yekêda kêm dibêjin. “Heger hejmar nêzîkî sifire, wî çaxî tê kifşê, ku hebûn wekehev tê parevekirinê”,- Hovhannîsyan gotîye.







