H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê bersiva qayîlbûnê daye pêşnîyara Ermenîstanê, ya bona komîsîyayên dîyarkirina sînora: cîgirê serokwezîr

Adirbêcanê bersiva qayîlbûnê daye pêşnîyara Ermenîstanê, ya bona komîsîyayên dîyarkirina sînora. Li gorî  ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgnoryan li parlamêntê gotîye rojnamevana û serda zêde kirîye wekî cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv bersiva pêşnîyarê daye.

“Belê, ewî bersiva qayîlîyê daye. Derheqa cîh û wedê hevdîtinêda hê pevketin tune, lê bi fikira me nava wedê nêzîkda ew hevdîtinê wê pêk bê.

Em bêjin, wekî pêşda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan, cîgirê serokwezîrê Adirbêcanêra pêşnîyar şandibû, ku hevdîtina komîsîyayên pirsên dîyarkirina sînora organîze bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button