H’emû nûçeSereke

Mafê cimeta Arsaxê û pirsên ewlehkarîya wê nikarin bêyî cedandin û beşdarbûna  navneteweyî bêne parastinê: wezîreta karên der

Civaka navneteweyî nikare çevê xwe bigre û bêje ku pirsên  maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê dikarin bêyî guhdarîya civaka navneteweyî, bêyî cedandinên wê bêne helkirinê.Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.

“Bi armanca li herêmê çêkirina aşîtîya wededirêj, Ermenîstan û Adirbêcan nava pêvajoya hevraxeberdanada gerekê helkirinên bona herdu alîya  çawa yên qebûlkirinê bêne dîtinê. Bona wê yekê pêwîste ku atmosifêra dimjinatîyê bê hildanê.

 Li ser wan pirsa usa jî pirsa dîyarkirina sînorên dewletê heye, ya li gorî xerîtên Sovyêta berê, li ser hîmê serbixwetîyê û wekehevtîyê. Usa jî pirsa maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê gerekê bê garantîyakirinê. Em hêvîdarin, wekî nava wê pirsêda gerekê di navbera Bekûyê û Stêpanakêrtêda, bi beşdarîya mêxanîzmên navneteweyî gotûbêjkirinên raste-rast pêk bên.

Feqet xebera dijminatîyêye ji alîyê desthilatdarîya Adirbêcanêda, gefxwerin û provokasîya, yên hindava Ermenstanê û ermenîyên Qerebagêda zelalbûna desthilatdarîya Adirbêcanê dikine bin şikberîyê. Kirinên Adirbêcanê didine kifşê, wekî sîyasîya vî cûreyî berbi paqijkirinên êtnîkî dibe.

Şedetîya wê yekê  hema cîhwarkirina dîwarên  bi bêtonê çêkirî, yên li Korîdora Laçînê û îzinnedayîna çûyîn-hatina meriva û transportê didin. Rûyê wê yekêda eşîya û dermanên bona Qerebagê pêwîst bi temamî hatine pêşîgirtinê. Nexweşa nikarin cîguhastî bikin. Eva ji şeş meha zêdetire, wekî dayîna gazê û ênêrgîya êlêktrîkî hatîye sekinandinê. Welatîyên ku xebatên malhebûna gundîtîyê dikin, tên hedefkirinê, çûyîna mîsîyayên hûmanîtarî jî hatîye pêşîgirtinê.

Ev hemû tişt hema wî çaxî  tê kirinê, wextê ku bangên mehkema navneteweyî û sîstêmên navneteweyîye mayîn nayêne hesabhildanê.Nava qewilên wî cûreyîda civaka navneteweyî nikare xwe çawa kor hesabke û bêje, ku bêyî guhdarîya civaka navneteweyî maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê dikarin bêne parastinê. Em pêwîst hesab dikin careke mayîn bêjin, wekî ku  Komara Ermenîstanê wê dîsa cedandinên xwe bide xebatê, ku li herêmê aşîtî îzbatbe”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button