H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên hundur rastî wekîlên netewên kêmjimar hatîye

29 ê  hezîranê wezîrê Ermenîstanêyî karên hundur Vahê Gazaryan rastî wekîlên netewên kêmjimar, yên ku li Ermentstanê dijîn, hatîye.

Vahê Gazaryan mêvan silav kirine û daye dîyarkirinê, wekî hevkarîya di navbera wezîreta karên hundur û wekîlên netewên kêmjimar girînge. Ewî pêşnîyar kirîye, wekî li rex wezîretê şêwira netewên kêmjimar sazkin.

Wezîr daye bawarkirinê, wekî hevdîtinên tevî şêwirê wê mecalê bidin ku pirsên netewên kêmjimar  bêne bilindkirinê.

Beşdarên hevdîtinê bona vexwendinê û qebûlkirinê razalixî elamî wezîr kirine. Xêncî wê yekê pirsên bona herdu alîya hewaskar jî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button