H’emû nûçeSereke

Paşînyan gunehkarkirinên ji alîyê Adirbêcanêda çawa yên bêhîm qîmet kirîye û gotîye wekî li Qerebagê eskerê Ermenîstanê tune

Krîzeya hûmanîtarî ya ku rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye, roj bi roj kûr dibe.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“Çawa hûn zanin 15 ê hezîranê, piştî provokasîya li ber pira Hekarîyê tu tişt naçe Qerebagê.Aşîtîparêzên Rûsîyayê jî nikarin eşîya bibin Qerebagê, çimkî korîdora Laçînê bi temamî girtîye. Gaz û ênêrgîya êlêktrîkî jî ji alîyê Adirbêcanêda bi meha hatîye sekinandinê.Bi wê yekêva tevayî em dibînin, wekî propaganda Adirbêcanêye agrêsîv diha sert dibe, bi taybetî nava pirsa Qerebagêda”,- serokwezîr gotîye.

Bi gotina Paşînyan, gunehkarkirinên ji alîyê Adirbêcanêda yên bêhîmin.

“Bi taybetî Adirbêcan dîsa dewê ji Ermentstanê dike ku ew eskerê xwe ji Qerebagê bide derxistinê, lê leşkerên Ermenîstanê li Qerebagê tunene.

Li Qerebagê eskerê Qerebagêye parastinê heye, menîyên heyîna kîjanê jî meriv dikare nava kirinên Adirbêcanêda bibîne, bi kîjana Adirbêcan dixweze ku li Qerebagê paqijkirinên  êtnîkî mîyaserke”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button