H’emû nûçeSereke

Wezîrê Arsaxêyî karên der gotûbêjkirina pirsa belavkirina eskerê parastinê  nêzîkî aqila hesab nake

Wezîrê Arsaxêyî Arsaxêyî karên der Sêrgêy Gazaryan derheqa dewekarîya Adirbêcanêda xeberdaye, bi kîjanê dibêje ku gerekê esekrê Arsaxaêyî parastinê belavkin.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî  Sêrgêy Gazaryan daye dîyarkirinê, ku merivên ku  dew û doza Qerbagêra  nasin, zanin wekî eskerê parastinê faktora here girîng, ya ewlehkarîya binelîyên Qerebagêye. “Bi dîtina wê yekê ku kirinên Adirbêcanêye agrêsîv berfireh dibin, ew yek nêzîkî aqila nîne ku pirsa belavkirina eskerê Arsaxê bê gotûbêjkirinê”,-Gazaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button