H’emû nûçeSereke
Mehkema navneteweyî birîyara xwe, ya derheqa çareserkirina çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê careke mayîn îzbat kirîye

Girêdayî erza Ermenîstanêra, ya derheqa korîdora Laçînêda, mehkema navneteweyî birîyara xwe, ya derheqa çareserkirina çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê careke mayîn îzbat kirîye.
“6 ê tîrmeha sala 2023 a mehkema navneteweyî, ya edaletê nava doranên konvênsîya derheqa hildana hemû firqîdanîna di nava miletada, birîyar qebûl kirîye. Mehkemê careke mayîn birîyara 22 ê sibata sala 2023 a îzbat kirîye, bi kîjanê ewê Adirbêcanê mecbûr dikir, ku hemû mecala bidine xebatê, bona ku çûyîn-hatina aza ya bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê”,- nava elametîya ofîsa wekîlê hiqûqîda hatîye gotinê.







