H’emû nûçeSereke
Kêrobyan têra dibîne wekî zivira eşîyaye tevî Rûsîyayê wê bighîje 60 selefî

Zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda hetanî dawîya salê dikare bighîje 60 selefî. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
“Sala derbazbûyî zivira eşîyaye tevî Rûsîyayê ji pênc mîlîyard dolarî derbaztir bûye. Niha em li ser dereca dubarebûnêne. Ez difikirim, wekî dawîya sale ewê bighîje 50-60 selefî”,- Kêrobyan gotîye.
Wezîr gotîye, wekî Rûsîya hevkara kirîn-frotanê, ya Ermenîstanêye hejmara yekemîne. Kêrobyan serda zêde kirîye wekî kirîîn-frotana tevî welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî jî dubare bûye.







