Ev yek bona me qezîya mezine: Artak Bêglaryan derheqa pêşnîyara cîguhastina barên hûmanîtarîye ji Agdamê gotîye

Bi gilîkî eva bona me qezîya mezine, him ji alîyê hûmantarî, him ji alîyê sîyasî û him jî ji alîyê ewlehkarîyêda. Bi tu cûreyî tiştê qebûlkirinê nîne, wekî Adirbêcanê korîdora Laçînê girtîye, dicêribîne me bighîne halekî xirab ku em berdaxun, nava wêda usa jî bi cîguhastina barên hûmanîtarîva. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Arsaxê Artak Bêglaryan gotîye News.am ê, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye, wekî Adirbêcanê pêşnîyar kirîye ku barên hûmanîtarî bi rîya Agdam-Stêpanakêrtê bighînine Arsaxê.
“Hukumkirina vî cûreyî xirabkarîya navneteweyîye. Derheqa wê yekêda Şarl Mîşêl jî got û ew yek bona me tiştê qebûlkirinê nîne, wekî ew xwe dike nava kemînên azêrîya. Derheqa wê yekêda Stêpanakêrtê bi elametîyêva pêşda bê”,- ewî gotîye.
Artak Bêglaryan gotîye, wekî korîdora Laçînê rîya tek-tenêye, ya ku hatîye îzbatkirinê, wekî Ermenîstan Arsaxê û temamîya dinîyayêva dide girêdanê: “Ew usa jî korîdora hûmanîtarîye, rêyeke başqe nikare dewsa wê korîdorê bigre”.







