Roj bi roj hal sert dibe û herroj bi têmpên diha mezin, ne ku roja derbzabûyî: Artak Bêglaryan

Roj bi roj hal sert dibe û herroj bi têmpên diha mezin, ne ku roja derbzabûyî. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî News.am, şêwirmendê serokê Arsaxê Artak Bêglaryan gotîye.
Bi gotina wî, pirsgirêka sereke ya ardûye: “Niha transporta civakî gelekî hatîye kurtkirinê. Roja înîyê serok zelal da kifşê, wekî transport bi 50 selefîva kurt bûye, lê niha ew îdî gihîştîye 70-80 selefî.
Xebatên rezberevkirinê gelekî dijwar pêşda diçin, çimkî ardûyê dîzêlê tune.Sîstêma saxlemîxweykirinê bi dijwarî kar dike, çimkî wextê tunebûna ênênrgîya êlêktrîkî gerekê gênêratorên bi ardûyê dîzêlê bixebitin. Ew yek jî derheqa ardûyên avtomaşînên ambûlansêdane.
Derheqa xurekda jî bêjim, wekî gelek kêmasî heye, lê rûyê tunebûna ardûda nikarin ji deşta jî rez berevkin û bînin dikana. Bona dermana bêjim, wekî ew roj bi roj kêm dibin”,- Bêglaryan gotîye.







