H’emû nûçeSereke

“Rîya jîyanê vekin”, “Mafên zarokên Arsaxê vegerînin”: tevgera gelêrî derbazî Yêrêvanê bû

Tevgera gel ya ku li Arsaxê dest pê bû, li Ermenîstanê jî dest pê bû. Serê sibê li Ermenîstanê bi kordîneya nûnertiya Arsaxê û navenda operasyonê ya hukumeta Arsaxê kampanyayên hişyariyê hatin organîzekirin.

Beşdarên çalakîyê serdana ofîsa Yêrêvanê ya Neteweyên Yekbûyî, balyozxaneya Rûsyayê kirin û name radestî nûnerên van avahîyan kirin. Arayîk Harûtyûnyan di peyama   facebook de ragihand, dorpêçkirina 7 mehan ya li ser axa Arsaxê û bi taybetî dorpêçkirina temam ya mehekê, roj bi roj rewşa ewlekarî û mirovî ya xelkê xirabtir dike. Serokê  Arsaxê di gotara xwe de bi kurtî behsa rewşa aloz ya heyî û karên pêşerojê dike.

“Rîya jîyanê vekin”, “Mafên zarokên Arsaxê vegerînin”. Bi vê nivîsê  tevgera gel ya Arsaxê ji Meydana Vejînê ya Stêpanakêrtê ber bi paytexta Komara Ermenîstanê – Yêrêvanê kom bûn, ji bo ku careke din dengê nerazîbûna gelê Arsaxê ku zêdeyî 7 mehin di bin dorpêçê de ye û her roj şer dikin, bilind bikin.

Rawestgeha yekem byûroya Neteweyên Yekbûyî bû:

 “Îro em li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî li hev civîyan û daxwaz ji hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî kir ku peyman û biryarên li ser bicîanîna mafên bingehîn yên mirovan pêk bînin. 30 salin ku bi avabûna sazîyên dewletê yên taybetmendîya dewletên dêmokratîk re,  Arsax hatîye avakirin û pêşxistin”.

Nûnertîya  Yêrêvanê ya xaçê Sor, balyozxaneya Fêdêrasyona Rûsyayêye li Ermenîstanê. Di dema kampanyayên haydarkirinê de li ser rewşa Arsaxê, tiştên ku li Arsaxê diqewimin, ku ev zêdetirî 220 roj in di bin dorpêçê de ye, hate pêşkêş kirin, dikan bi tevahî vala ne, veguhestin ne kar e. Mirov ji şert û mercên jîyanê û îmkana alîkarîya ewil bêpar in. Yekemîn parêzvana mafên mirovan ya  Ermenîstanê û beşdara çalakîyê Larîsa Alavêrdyanê, destnîşan kir ku mafê çarenûsa  Arsaxê xala yekem ya hemû belgeyên Neteweyên Yekbûyî ye:

 “Her kes  gerekê bizanibe ku Komara Arsaxê tu cara nebûye, nîne û nabe yekîneyeke bi awayekî neqanûnî, yanî di nava Adirbêcanê de hatîye afirandin.Bersiva Neteweyên Yekbûyî ya li hember êrîşa sûc ya tirkîye-adirbêcanê li ku ye?

Alaverdyan tekez dike ku Neteweyên Yekbûyî û welatên endamên rêxistinê neçar in ku ermenîyên Arsaxê û mafê çarenûsîya rewa ya Komara Arsaxê biparêzin. Beşdarên çalakîyê rewşa li Arsaxê bi temamî û bi berfirehî pêşkêşî sazîyên dîplomatîk yên li Ermenîstanê dikin. Wan bi bîr xist ku ji ber dorpêçê zarok dimirin û cîhan bêdenge.

“30 hezar zarok nikarin fêkîyan bi kar bînin, bêkarî zêde bûye,  arsaxîya nikarin heqê xizmetguzarîyê bidin, 5-6 sehetan rêz çêdibin, mirov ji bo kirîna hindik xwarinê disekinin”.

Tagûhî Tovmasyana endama fraksyona “Qedirê min heye”  di wê bawerîyê de ye ku Komara Ermenîstanê çiqas bi dengekî bilind îdîayên xwe pêşkêş bike, ew ê ewqas bêtir bê bihîstin.

 “Nabe ku çarenûsa 120 hezar kesî bê xem bimîne. Divê em hemû serî hildin, ji hemû cîhanê re rave bikin ku Arsax nikare bibe beşeke  Ardibêcanê. Ger kesek bifikire ku Arsax dikare bibe beşek Adirbêcanê, ev tê wê wateyê ku di sedsala 21 de em gelê xwe mehkûmî qirkirinek nû dikin. Ev yek heta çi radeyê di prînsîbên Neteweyên Yekbûyî, mafên navneteweyî de cih digire?”.

Arsax kampanyayên hişyarîyê yên tevgera gel ya ku li Yêrêvanê dane destpêkirin pêşwazî dike. Wezîrê dewletê yê Komara Arsaxê Gûrgên Nêrsîsyan di daxuyanîyeke xwe ya li ser Facebookê de dîyar kir ku heta ku hemû kes ji rewşa  Arsaxê fêm bike û gavên zelal ji bo rawestandina kiryarên tawankarî yên eşkere yên li dijî gelê  Arsaxê neyên avêtin, divê berdewam bin.

 “Li kêleka zarok û ciwanên Arsaxêbin, ku ev berpirsyarî girtine ser xwe. Her cûre cudahiyan bidin alîyekî û hewl bidin ku yekîtîyê bikin û eger ji bo hinekan mesele prînsîb be, keremkin bi tolerans bin, bêprînsîb bin ji newelatparêzî çêtir e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button