H’emû nûçeSereke

Serokê parlamênta Arsaxê bangî civaka navneteweyî dike ku mehkema mexsûs bona serokatîya Adirbêcanê sazkin

Serokê parlamênta Arsaxê careke mayîn guhdarîya civaka navneteweyî û înstîtûtên di navbera hukumatada teglîfî li ser kirinên Adirbêcanêye hindava merivatîyê kirîye.

“Li ser axa 3000 çargoşe kîlomêtrê, Adirbêcanê ji 12 ê kanûna sala 2022 a da destbi cêribandinên ser welatîyên Arsaxê  kirîye û ew hemû tişt dijî binelîyên Komara Arsaxêye. 120 000 binelîyên Arsaxê herroj, eva serê heyşt mehaye tên nuxsankirinê, li ber qezîyayên xelayê û tunebûna bi fîzîkî sekinîne. Piştî şerê hemcîhanêyî duemîn, civaka  navneteweyî kirinên Almanîya faşîst gunehkar kirin û hate qirarkirinê, wekî pêşerojêda barbarîyên wî cûreyî neqewimin. Feqet, dijwar bû ku meriv bianîya ber çevê xwe ku cimeta me sedsala 21 ê da wê  bi mêtodên nû li ber tunebûnê bisekine û civaka navneteweyî wê tevî wê yekê nebe bona vê trajêdîyayê bidine sekinandinê”,- li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokê parlamênta Arsaxê gotîye.

“Bi hesabhildana têzên mafên navneteweyî, yên derheqa zordarî û agrêsîya dijî welatê serbixwe, em bangî înstîtûtên cabdar û navneteweyî dikin, ku pêvajoya naskirina Komara Arsaxê destpêkin”,-nava berbirîbûna serokê  parlamênta Arsaxê hatîye gotinê.

Serokê parlamênta Arsaxê Artûr Tovmasyan bangî civaka navneteweyî dike ku mehkema mexsûs bona serokatîya Adirbêcanê sazkin, ya bona xirabkarîyên Adirbêcanêye li Arsaxê.

Serokê parlamênta Arsaxê li ser wê fikirêye wekî bona dûrmayîna ji wê qezîyayê rîya tek-tenê naskirina serbixwetîya Komara Arsaxêye, ya li ser hîmê prînsîpa “Naskirin boy xilazbûnê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button