Bryûsêl girêdayî halê Qerebagêra nerihete û bangî Bekûyê dike ku çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bidine çareserkirinê: mîsîya Yektîya Avropayê li civîna konsêya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li civîna taybet ya konseya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatibû vexwendin gotarek pêşkêş kir. Rasa Osraûskaytênê nûnera daîmî ya nûneratîya Yektîya Avropayêye li Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê careke din banga Bryûsêlê ji rayedarên Adirbêcanê kir ku korîdora Laçînê de tevgera azad pêk bînin.
Bi silavkirina Ararat Mîrzoyan ewê dîyar kir ku piştî serdana wezîrê Ermenîstanêyî karên der li Vîyênayê di çileya sala 2023 da, bi saya tevlêbûna çalakîya Yekîtîya Avropayê û hewldanên zêde yên Ştatên Amêrîkaye Yekbûyî, tevî zêdebûna nîgeranîya rageşîyê di van çend mehên borî de, di navbera Yêrêvan û Bakûyê de, bi saya beşdarîya aktîv ya Yekîtîya Avropayê û hewlên zêde yên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî. Nûnera Yekîtîya Avropayê got ku piştî civîna sêalî ya dawîn ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Elîyêve li Bryûsêlê hefteya borî, serokê Konseya Avropayê Şarl Mîşêl herdu rêber teşwîq kir ku gavên wêrektir bavêjin ji bo mîsogerkirina pêşkeftinên bibiryar û bêveger di rîya çareserîyêde.
“Bi taybetî Yektîya Avropayê çaverê dike ku alîyê Adirbêcanê di warê dabînkirina garantîyên zelal yên maf û ewlehîya gelê ermenî li Qerebaxê de gavên berbiçav bavêje. Divê hemû arîşeyên hilawîstî bi danûstandinan, bêyî bikaranîna hêz û gefa hêzê bên çareserkirin. Yektîya Avropayê gelek caran bang li rayedarên Adirbêcanê kirîye ku bi tevahî vegerandina tevgera kelûpel û mirovan di korîdora Laçînê de, li gorî fermanên sibat û tîrmeha sala 2023 an, û her weha dabînkirina enerjîyê ya bêsînor mîsoger bikin.
Qedexekirinên bi vî rengî yên li ser tevgera azad di nav gelê herêmê de dibe sedema dilgiranîyeke mezin. Yektîya Avropayê di encama qedexeyên heyî de ji bandora mirovahî ya kêmbûna xwarin, derman û tiştên din yên bingehîn bi fikare. Qedexekirina veguhestina Xaçê sor ji hêla rayedarên Adirbêcanê ve xemgîn bû. Rewşa heyî ne arame û tengezarîyê çêdike, ev yek berovajî hewldanên ji bo xurtkirina bawerîyê ye.”Tê destnîşan kirin ku Yektîya Avropayê di heman demê de girîngîya mîsyona çavdêrîyê ya Yektîya Avropayê ya li Ermenîstanê jî tîne bîra xwe, ku mebesta wê ew e ku tevkarîyê bide dabînkirina hawîrdorek ku ji bo hewildanên çareserîyê yên ku ji hêla Yektîya Avropayê ve piştgirî tê kirin. Bi ser de, Yektîya Avropayê piştgiriya xwe ya xurt ji bo Ermenîstanê bi îstîqrar, dêmokratîk, serwêr û dewlemend dubare kir.
“Em pêşwazîya berdewamîya Ermenîstanê ya ji bo rêformên li gorî nirxên me yên hevpar dikin, tevî şert û mercên ewlehîyê yên tevlîhev yên herêmê. Ji bo xurtkirina mafên mirovan û azadîyên bingehîn, di nav de azadîya axaftinê û azadîya çapemenîyê, emê bi hev re bixebitin. Di vê derbarê de girînge berdewamîya bilindkirina serxwebûn û karbidestîya dadwerîyê û têkoşîna li dijî gendelîyê ji bo zêdekirina bawerîya welatîyan bi sazîyên giştî û her wiha ji holê rakirina cudahîyan li ser hemû sedeman.”Tê gotin ku Yektîya Avropayê amade ye di pêkanîna Peymana Hevkarîya Berfereh de û di çareserkirina pirsgirêkên civakî-aborî de piştgirîya Ermenîstanê bidomîne. Herwiha Yektîya Avropayê piştevanîya xwe ya berdewam bo Ermenîstanê û welatîyên wê di prosêsa asayîkirina peywendîyên xwe bi Adirbêcanê re dubare dike. Di daxuyanîyê de hat gotin, “Bryûsêl amade ye beşdarî hemû hewldanên ku ji bo xurtkirina bawerî û ewlehîya herêmê “,-nava elametîyêda tê kifşê.







