H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare piştgirîyê bide Rûsîyayê, heger qezîya ketina bin sanksîya tunebe:Paşînyan

Çawa endama Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî, Ermenîstan amadeye piştgirîyê bide Rûsîyayê, hetanî wê xalê, dema ku qezîya ketina bin sanksîya bona Ermenîstanê hebe. Derheqa wê yekêda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye ajansa Frans press ê.

Paşînyan daye bawarkirinê,wekî ji alîyê pirsa sanksîyada desthilatdarîya Ermenîstanê him tevî Yekîtîya Avropayê û him jî tevî wekîlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nava hevkarîyêdane.

“Nava vê pirsêda jî em zelalin. Em endamê Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîne, Rûsîya hevkara meye kirîn-frotanêye hîmlîye û ji rojên ewlin jî me fem kirîye, wekî sanksîyayên dijî Rûsîyayê dikarin bona me jî pirsgirêka pêşda bînin”,- Paşînyan gotîye.

Ewî gotîye, wekî Rojava hêvîdare, wekî Ermenîstanê bona xweykirina rêjîma sanksîya piştgirîyê bide wan.

“Wextê axaftinên tevî hevkarên meye rûs, me gotîye, wekî em hêvîdarîya we fem dikin û em amadene hetanî wê xalê piştgirîyê bidin, piştî kîjanê dikare qezîya ketina bin sanksîya pêşda bê, çimkî heger dewleta mînanî Rûsîyayê ya mezin  dikare îzinê bide xwe bikeve bin sanksîya, lê Ermenîstan nava vî halîda nikare tiştê wî cûreyî bike. Me wî cûreyî gotîye Rojavayê jî”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button