H’emû nûçeSereke

Armanca cîhwarkirina aşîtîparêzên Rûsîyayê, yên li Qerebagê pêşîgirtina  kuştinên merivaye:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Qerebagê xeberdaye û derheqa wan ssênarada daye dîyarkirinê, heger ew ji wir derkevin.Wextê prêss-konfêranêsê Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî cîhwarkirina aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Qerebagê bi armancekîye, ya ku nava birîyara dewleta Rûsîyayêda hatîye dîyarkirinê.

“Nava wê birîyarêda tê gotinê,wekî parlamênta Rûsîyayê destûrê dide serokê Rûsîyayê ku koma aşîtîparêza bişîne Qerebagê bona ku pêşîya kuştina meriva bigrin. Serokê Rûsîyayê bi xwe berbirî parlamêntê bûye û pêşnîyar kirîye ku bona pêşîgirtina qetilkirina aşîtîrparêza bişînine Qerebagê. Heger Rûsîya niha birîyar bike ji wir derkeve, ewê bide kifşê, wekî qezîya wî cûreyî îdî tune, çimkî heger li Qerebagê qezîya wî cûreyî heye, wî çaxî çawa dikarin birîyara wî cûreyî qebûlkin”,-Paşînyan gotîye.

Ewî serda zêde kirîye ku heger qezîya kuştinên binelîyên Qerebagê tunebe û heger nava doranên mêxanîzma navneteweyîda dîyaloga Bekû-Stêpanakêrt kardarbe, wî çaxî ew yek dikare bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button