H’emû nûçeSereke
Eva serê 40 rojîye ku kîlogiramek xurek neketîye Arsaxê, meriv wefat dibin: serokê Arsaxê

Rûyê dorgirtina Arsaxêda binelîyên li wir ketine nava qewilên gelekî xirab. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana, serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî rûyê wê yekêda îdî meriv wefat dibin, ji zarokên biçûk destpêkirî hetanî nexweşên kronîk.
“Kêmasîya xurek heye, çimkî pêşîya dorgirtinê 90 selefê xurek ji Ermenîtstanê dihat.Eva serê 40 rojîye wekî klogiramek xurek neketîye Arsaxê, lê xurekê cîh jî rûyê tunebûna pêtrolêda zîyanê ketîye. Nava goveka malhebûna gundîtîyêda rûyê tunebûna pêtrolêda 80 selefê xebata nehatine kirinê.Transport naxebite û goveka saxlemîxweykirinê jî ketîye nava hesarê”,- Arayîk Harûtyûnyan gotîye.







