H’emû nûçeSereke
Freedom House bang dike ku hukumî ser Adirbêcanê bikin bona ku xelaya nava welatîyên bêsûc û guneh bê hildanê

Organîzeya Navneteweyî, ya mafparz Freedom House ê rûpelê xweyî Twittere da elametî belav kirîye û derheqa halê hûmanîtarîda, ya li Qerebaga Çîya daye dîyarkirinê.
“Em bangî Adirbêcanê dikin, ku îzinê bidin ku komîtêya xaçê Sor alîkarîya hûmanîtarî, ya pêwîst bide Qerebagê û bona çûyîn-hatina aza gava biavêjin, korîdora Laçînê vekin û çûyîn-hatina transportê û bara bidine çareserkirinê.
Halê hûmanîtarî, yê xirab binelîyên sîvîl ji dû-dermanên pêwîst û eşîyayên pêwîst miqûf hiştîye.Em bangî hukumatên dêmokratîk dikin ku hukumî ser Adirbêcanê bikin bona ku xelaya hindava binelîyên bêsûc û guneh bê hildanê”.







