H’emû nûçeSereke

Êdmon Marûkyan dide bawarkirinê, wekî Ermenîstan pirsa bona paşdahatina azêrîya hevraxeberdana derbaz nake

Wextê hevdîtina li Moskvayê, ya wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der pirsa derheqa  paşdavegerandina azêrîyaye li Ermenîstnê nehatîye gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan derheqa wê  elametîya Sêrgêy Lavrovda xeberdaye, bi kîjanê hatibû dîyarkirinê, wekî Ermenîstan û Adirbêcan amadene garantîyayê bidine paşdahatina merivên ku daxweza wan heye.

“Ez gerekê bêjim, wekî elametîya wezîrê Rûsîyayêyî karên der bi vê fikirê ne gorî pirsa gotûbêjkirnêye, çimkî tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der pirsa wî cûreyî nehatîye gotûbêjkirinê. Wezîrê Rûsîyayêyî karên der rastî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der hatîye, lê paşê hevdîtina sêalî pêk hatîye û piştî kîjanê ez difikirim, wekî elametîya wî cûreyî hatîye kirinê, kîjanêda xwestina Adirbêcanê hatîye dîyarkirinê. Wê diha başbûya, ku wezîrê Rûsîyayêyî karên der  derheqa  elametîya 9 ê mijdarêda xeberda”,- Marûkyan gotîye û serda zêde kirîye wekî dora pirsa paşdahatina azêrîya, Ermenîstan hevraxeberdana pêk nayne, li ser sivira hevraxeberdana têma wî cûreyî tune û ew yek tenê propaganda Adirbêcanêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button