H’emû nûçeSereke
Tabîya ermenî ya derheqa pêwîstîya çareserkirina maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê nehatîye guhartinê: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Nava hemtêksta aşîtîya li herêmê, tabîya ermenî ya derheqa pêwîstîya çareserkirina maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê, nehatîye guhartinê.
“Me gelek cara daye dîyarkirinê, wekî pirs gerekê bi dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê bêne helkirinê û ew jî gerekê nava doranên mêxanîzmên navneteweyî bê kirinê”,-wezîrê karên der gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî pirsa maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê her dem pirsa dew û doza Qerebagêye hîmlî bûye û wextê hevdîtina li Moskvayê jî ew pirs careke mayîn hatîye bilindkirinê.







